Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Dewletê yê Almanyayê civiya

Ji bo çareserkirina kêşeya koçberan em pêşwazî li hemahengiya welatên Ewropayê dikin

Civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê
Civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Diyaloga Menane 2021ê de li paytexta Behreynê, ligel Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Miguel Berger civiya.

Îro şemiyê 20ê Mijdara 2021ê Serokwezîr Mesrûr Barzabî ligel Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Miguel Berger civiya. Di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Almanya û Herêma Kurdistanê û rewşa koçberên li sînorê Belarus û Polandayê gotûbêj hat kirin.

Wezîrê Dewletê yê Almanyayê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber rêkarên li hember kesên bazirganiyê bi mirovan dikin û rêgirtina li koçkirina neyasayî û hêsankariya vegerandina bi daxwaza koçberan bo Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê hemû alîkarî û hemahengiyê ligel welatên Yekîtiya Ewropayê dike ji bo hawarçûn û çareserkirina kêşeya koçberên li sînorê Belarus û Polandayê.

Di beşeke din a civînê de çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û derfetên pêşvebirina veberhênan û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlamentoyê hatin gotûbêjkirin.

 

Fly Erbil Advertisment