Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Serokwezîrê Urdinê civiya

Çend mijarên li ser navçeyê gotûbêj dikin.

Civîna Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Serokwezîrê Urdinê
Civîna Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Serokwezîrê Urdinê

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Behreynê di çarçoveya Diyaloga Mename 2021ê de ligel Cîgirê Serokwezîrê Urdinê Eymen Sefedî civiya.

Îro şemiyê 20ê Mijdara 2021ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî civiya.

Di civînê de pêwendiyên dîrokî yên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê û geşedanên herî dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê silav û rêzên Şah Ebdullah Şahê Urdinê gihande Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Şah Ebdullah û Urdinê kir û tekezî li ser girîngiya berfirehkirina warên alîkarî û hemahengiyê ligel Urdinê kir.

Fly Erbil Advertisment