Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel rayedarên welatan hevdîtinan pêk tîne.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Behreynê bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxêt civiya.
Îro şemiyê 20ê Mijdara 2021ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxêt civiya.
Di civînê de rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û pêwendiyên Komkara Erebî û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya ji bo rûbirûbûna kêşe û astengiyên herêmî hat kirin.