Mesrûr Barzanî ligel Şahzadeyê Behreynê civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel rayedarên welatan hevdîtinan pêk tîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20 Mijdara 2021ê li Mename Paytexta Behreynê, ligel Selman bin Hemed Al Xelîfe, Şahzadeyê Cihnişîn, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Serokwezîr û Serokê Encûmena Pêşxistina Aboriya Behreynê civiya.
Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, guhartin û pêşhatên navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Şaneşîna Behreynê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Her du aliyan tekezî li girîngiya bihêzkirin û pêşkêşkirina derfetên weberhênanê, bi sûdwergirtina ji ezmûna weberhênana Behreynê kir.