Iraq: Me 1894 koçber ji Belarûsê vegerandine

Ew koçber li ser daxwaza wan hatine vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf ragihand, heta niha wan kariye 1894 koçberên asêmayî ji Belarusê vegerînin.

Ehmed El-Sehaf di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wan karî bi riya 5 geştên awarte, 1894 koçberên ku dixwazin vegerin, vegerînin Iraqê.

Diyar kir jî, wan hevahengiyeke baş ligel hejmarek ji welatên cîran û welatên erebî kirine ji bo kontrolkirin û şopandina firokexaneyan û ji bo rêgirtina li toreyên qaçaxçîtiyê.

El-Sehaf bal kişand, hevahengî ji berî mehekê ve hatine kirin ji bo rawestandina geştên asmanî yên Iraqî bo Belarusê û ji bo vegerandina koçberan bo welat.

Ji bo vegerandina koçberan ji Belarusê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hevahengiyê dikin û çend geştên asmanî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê vegeriyane Herêma Kurdistan.