Nûnerê Taybet ê Putin gihîşt Hewlêrê

Mikhail Bogdanov di serdana xwe de dê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê, Mikhail Bogdanov îro bi serdanekê gihîşt Hewlêrê.

Mikhail Bogdanov ku di heman demê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî, li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve pêşwazî lê hate kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, Mikhail Bogdanov di vê serdanê de dê bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re bicive û çend pirsên girîng guftûgo bike.

Herwiha Bogdanov bi berpirsên Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr – Mosko û pêşvebirina pêwendiyan, sektora enerejiyê û kar û projeyên kompanyayên Rûsiyên yên yên wek Rosneft û Gazprom ên li Herêma Kurdistanê kar dikin, guftûgo dike