Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e Kurd di çarçoveya Sûriyê de pirsgirêka xwe çareser bike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê Mikhail Bogdanov kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2/12/2021ê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov kir ku bi serokatiya şandeke hevbeş a dîplomasî, siyasî û aboriya welatê xwe serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike.
Birêz Bagdanov silav û rêzên Serok Putîn û Wezîrê Derve yê Rusiya gihandin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û xwehaliya xwe jî bo derfeta vê kombûnê ji bo guftûgokirin û danûstendina nerînên derbarê rewşa herêmê, arîşeyên deverê û pirsên ku cihê bayexa her du aliyan e de bilind nirxand û herwiha pesnê asta peywendiyên welatê xwe yên bi Herêma Kurdistanê re da û tekezî li ser xwesteka Rûsîya bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê kir û piştre li ser serdana xwe ya bo Tehran, Bexda û Hewlêrê axivî.
Piştre her du aliyan behsa rewşa Iraqê û birêveçûna hilbijartinên Encûmena Nûneran û encam û nerîna xwe û xwandina xwe ji bo pêşeroja proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin û ronahî xistin ser bûyer û pêşhatên deverê yên ku bandorê li ser Iraqê û yên cihê giringîya Rûsiya jî heye, wek rewşa Sûriyê û çend pirsên din. Di wê derbarê de birêz Bagdanov behsa hevdîtina xwe ya bi ENKSê re jî kir.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya xwe ji bo vê serdanê da nîşandan û spasiya Serok Potîn û Wezîrê Derve yê Rusiya kir ji bo şandina silav û pêzanînên xwe û spasiya Herêma Kurdistanê pêşkêşî Rûsya kir ku di demên dijwar de piştevanî û alîkarîya Herêma Kurdistanê kir û herwiha silavên xwe pêşkêşî Serok Putin û Wezîrê Derve yê Rûsyayê kir û Iamadehiya Herêma Kurdistanê jî bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên xwe yên bi Rûsiya re dubar kir.
Serok Herêma Kurdistanê dubare kir ku Herêma Kurdistanê jî weke hercar beşek e ji çareseriya Îraqê û nabe beşek ji kêşeyan û çaverê ye ku aliyên Şîe nakokiyên xwe yên li ser encamên hilbijartinan çareser bikin, da ku di piştre proseya damezrandina hikûmetê li gor proseyên yasayî û destûrî destpê bike û tekez kir ku girîng e hemû alî têbigihin hestiyariya qonaxê û ji bo aramiyê bixebitin.
Di derbarê rewşa Sûriyê de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku rewşa Sûriyê rasterast bandorê li ser rewşa Îraqê dike û ji destpêkê ve helwesta Herêma Kurdistanê eşkere bû ku Pêwîst e Kurd di çarçoveya Sûriyê de pirsgirêka xwe çareser bike, hebûna têgihiştineke hevbeş ya aliyên Kurdî yên Sûriyê û çareserkirina kêşeyên wan bi pêwîst û girîng zanî.
Her du aliyan behsa Komîteya Hevbeş a Iraqî – Rûsî kirin û tekez kirin ku giring e Herêma Kurdistanê sûdê ji vê komîteyê werbigire. Derbarê rewşa deverê de jî hevtêgihîna hevbeş a welatên deverê û hêzên navnetewî bo çareserkirina kêşeyan bi pêwîst zanî, ji ber ku kêşe û krîzên deverê bi tenê bi yek hêz an jî aliyekê nayin çareserkirin, lê belê bo vê mebestê jî hevkariyeke berfireh pêwîst e û her du alî li hev kirin ku hîn jî DAIŞ li Îraq, Sûriye û deverê gef û metirsiyeke rasteqîne ye.