Nêçîrvan Barzanî: Êrîşa DAIŞê bersiva bi tundî û bilez jê re divê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de daxuyaniyek da û tekez kir ku êdî êrişên rojane yên DAIŞê bersiveke tund û bilez jê re divê.

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî derdora demjimêr 22.00 êrişî gundê Xidir Cîce yê li quntara çiyayê Qereçoxê kirin di êrişa DAIŞê de 9 Pêşmerge û sê birayên xelkê wî gundî şehîd bûn û 4 Pêşmerge û welatiyek jî birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa DAIŞê de daxuyaniyek belav kir û êrişa DAIŞê ya bo ser xelkê sivîl û Hêzên Pêşmerge “bi tundî” şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji kesûkar û malbatên şehîdan re xwest û diyar kir, “Ji dil û can em hevsoz û hevxemên we ne. Xwedayê mezin giyanê şehîdan bi mîhrebaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bi malbat û kesûkarên wan bibexşe. Em hêviya zû başbûnê bo birîndaran dixwazin.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê dike, “Êrişên rojane yên terorîstên DAIŞê, êdî bersiveke tund û bilez û wergirtina rêkarên bergirî û serbazî yên qayîm li Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze ku sînorekî temam bo tawan û kiryarên terorîstan bê danîn.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz jî kir ku “Pêdaçûn bi rewş û şiyanên serbazî de, pêngavên bilez ji bo hevahengiya aktîvtir a artêşa Iraqê û Pêşmerge û beşdarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî pêwîst e ku valahiya emnî û serbazî bi taybetî li herêmên di navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê de bê tijîkirin.”

Di warê siyasî de jî Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Divê hemû hêz û aliyên Iraqî bizanin ku heta ku proseya siyasî rasterê nebe û aramî û seqamgiriya siyasî li welat cîgir nebe, terorîst dê zêdetir rewşê bikar bînin, lewma erkê pêşîne yê niştimanî yê hemû Iraqiyan e da ku zû nakokiyên siyasî derbas bikin û em hemû bi hev re ji bo berengarbûna teror û vegerandina aramî û seqamgiriyê kar bikin.”

 

Fly Erbil Advertisment