Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Azim rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo dikin
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê û dawî pêşhat û gefên terorê hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Berfanbara 2021ê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim Xemîs Xencer û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê û dawî pêşhat û gefên terorê hatin guftûgokirin.
Her di wê hevdîtinê de, guftûgo derbarê hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û pirsgirêkên siyasî yên proseya siyasî ya Iraqê de hatin kirin.
