Man City îsal ji bo cara yekem bû pêşenga Premier league

Manchester City
Manchester City

Navenda Nûçeyan (K24) – Manchester City di vê werzê de cara yekem e derdikeve lûtkeya “Premier league”, piştî ku di gera 15emîn bi encama (3 – 1) bi ser Watford ket.

Man City destpêkê di xuleka (4) de golek bi riya Raheem Sterling tomar kir, piştre jî Bernardo Silva di xuleka (31 û 63) de du gul tomar kirin. Juan Hernandez jî gola Watford a tekane di xuleka (74) de tomar kir.

Bi vê serketinê, Man City bi 35 puanan ji bo cara yekem di vê werzê de pêşengiya Premier league stand. Li hemberê jî Watford bi (13) punanan di rêza 17emîn de ma

Ji aliyekî din ve, Liverpool bi (34) pûan di rêzbenda duyemîn û Chelsea bi (33) pûan di rêzbenda sêyemîn a Premier league de man.