Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransa êrîşên DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî guftûgo dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chevalier kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransa li Iraqê, êrîşên DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê guftûgo dikin û tekezî li ser vegera aramiyê ji wan navçeyan re dikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6/12/2021ê pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chevalier kir.
Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies amade bû, guftûgo derbarê rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û gef û êrîşên teroristên DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya pêşvebirina hevahengiya di navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî de kir, ji bo bidawîhatina êrîşên teroristî li ser xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku beşek ji wan êrîşan, bi armanca valakirin û guhartina demografiya wan navçeyan e.
Balyozê Fransa piştevaniya welatê xwe ji hêza Pêşmerge re di şerê li dijî DAIŞê de û vegerandina aramiyê ji bo wan navçeyên ku rastî gefên terorê hatine, dubare kir.
Di mijareke din a hevdîtinê de, rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê hat guftûgokirin. Balyozê Fransayê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo girtina rêkarên pêwîst ji bo rêgirtina li koçberiya neyasayî û herwiha asankariyên ji bo vegerandina wan koçberên ku bi awayekî arezûmandane vegeriyane Herêma Kurdistanê.