Pêşmerge ji 5 aliyan ve dest bi operasyonê kir

Pêşmerge navçeyên Kifrî û Xurmatûyê ji DAIŞê pak dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo lidûvçûna çeteyên DAIŞê, hêzên Pêşmerge ji pênc aliyan ve li quntarên çiyayê Kifrî û Xurmatûyê dest bi operasyonê kir.

Peyamnêr K24ê li Germiyanê da zanîn, berbanga îro 8/12/2021ê, hêzên Pêşmerge li zincîreya çiyayên Kifrî û Xurmatûyê li dijî çekdarên DAIŞê, dest bi operasyoneke berfireh kir.

Got jî: Hejmarek ji pêgeh û cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê li wan navçeyê hene, armanca Pêşmerge jî pişknîn û paqijkirina wan navçeyan ji çekdarên DAIŞê ye.

Di wê derbarê de, Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, li mihwera Yek Germistêre û mihwera Du Qeretepe, hêzên Pêşmerge bi armanca dûrxistina metirsiyên teroristên DAIŞê û jinavbirina pêgehên wan, operasyoneke pişknînê li wan navçeyan hate destpêkirin.

Destpêka operasyona Pêşmerge
Destpêka operasyona Pêşmerge
Destpêka operasyona Pêşmerge
Destpêka operasyona Pêşmerge
Destpêka operasyona Pêşmerge

 

Fly Erbil Advertisment