Mesrûr Barzanî: Hunermend dikarin dîrok, êş û azarên gelê me bi riya şanoyê bigihînin cîhanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma vekirina Festîvala Sedsaliya Şanoyê li Hewlêrê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma vekirina Festîvala Sedsaliya Şanoyê de li Hewlêrê bû û di gotarekê de ragihand, şano roleke wê ya girîng di perwerdekirina civakan de heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, “Îro bîranîna sed saliya peydabûna tevegera şanogeriyê li Hewlêrê ye û ji bo cara yekem li dibistana Erbîl El-Ola bû ku cara yekem bû li Herêma Kurdistanê serî hildide.”

Got jî: “Hewlêr yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û jiyan tê de berdewam e. Yekem şangerî li Hewlêrê li ser mêrxasî û dadperweriya rêberê Kurd Selahedîn Eyûbî bû ku li gor jêderan ew ji gundê Diwîn ê ser bi Selahedînê ve bû.”

Mesrûr Barzanî got, şano yek ji hunerên herî kevn ên dîrokê ye û şano roleke wê ya girîng di perwerdekirin û ronahîkirina civakan û ronîkirina hemû babetên jiyanê de heye.

Serokwezîr Mesrûr her wiha got: “Hunermend dikarin dîrok, êş û azarên gelê me bi rêya şanoyê bigihînin civaka navdewletî û cîhanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, hikûmet ji bo piştevanîkirina hunermendan dudil nabe û amaje bi wê yekê kir ku Kurdistan di krîzeke aborî de derbas bûye û heta niha jî bandorên wê diyar in.

Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir, divê şano karesat û jenosîdên ku di dirêjahiya dîrokê de bi serê gelê Kurdistanê de hatine ronî bike. Tekez kir jî, ezmûna şanoyê ya di dema şoreşê de roleke wê ya girîng di bihêzkirina nirxên netewî û parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de hebû.

Serokwezîr diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî şiyanên xwe yên berdest, piştevaniyê li pirojeyên şano û kulturî dike. Destnîşan kir jî, qeyranên dijwar ên li Herêma Kurdistanê hene, nehiştin ku di van du salên borî de alîkariya pêwîst ji şano û beşên din re bên dayîn.
 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em di wê baweriyê de ne ku xebat ji bo avakirina binesaziyek aborî ya bihêz, pêşvebirina qada çandî, bilindkirina asta çandî ya civakê û guhdana hunerê ji bo civakek hişmend û pêşkeftî pir pêwîst û girîng e.”

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê serpereştiya festîvalê dike û bi vê boneyê şanoya “Selahedîn” li Hewlêrê li hola şanoyê ya Rêveberiya Hunera Şanoyê tê nîşandan.

Festîvala Sedsaliya Şanoyê îro roja Çarşemê dest pê dike û dê sê rojan berdewam be.

Fly Erbil Advertisment