Polîsan rê neda HDP-DBP daxuyaniyê derbarê rewşa girtiyan de bidin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bo balkişandina şert û mercên girtîgehan û rewşa girtiyan hat xwestin ku civîneke çapemeniyê were li darxistin. Hêzên ewlekariyê yên Diyarbekir bi sedema ku daxuyanî neyasayî bû, rê nedan daxuyaniyê û girse jî belav bû.

Li Diyarbekirê ji aliyê rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê, rayedarên Partiya Herêmên Demokratîk DBPê û endamên komeleya malbatên girtiyan ve hat xwestin ku daxuyaniyek hevpar pêş Kolana Hunerê were dayîn.

Daxuyanî bo balkişandina şert û mercên girtîgehan û rewşa girtyan bû. Lê hêzên ewlekariyê amaje kirin ku bo daxuyaniyê destura fermî nehatiye wergirtin û ji ber wê jî rê bo daxuyaniyê nehat dayîn.

Li ser vê yekê beşdarên daxuyaniyê yên ku bi diruşmeyan biryara rênedanê protesto kirin ji aliyê hêzên asayîşê hatin dorpêçkirin.

Rayedaran bi hêzên ewlekariyê re muzakere kirin lê dîsa jî bo daxuyaniyê destur nehat dayîn.

Piştî ku demekê girse di bin dorpêçê de ma rayedarên HDP û DBPê biryar dan ku belav bibin. Girseyê daxuyanî neda û di bin çavdêriya hêzên asayîşê de kom bi kom belav bûn.

Fly Erbil Advertisment