Iraq bidawîbûna erkên hêzên şerker ên Hevpeymaniya Navdewletî radigihîne

El-Arecî: Em bi fermî bidawîhatina erkên hêzên şerker ên Hevpeymaniyê û vekişîna wan ji Iraqê radigihînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî îro Pêncşemê bi fermî bidawîhatina erkên hêzên şerker ên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê ku 7 sal berê dest pê kiribû, ragihand.

Al-Erecî li hejmara xwe yê Twitterê wiha nivîsî: “Îro me qonaxa dawî ya diyaloga bi Hevpeymaniya Navdewletî re ku me par dest pê kiribû, bi dawî kir.”

Aşkere kir jî: “Em bi fermî bidawîhatina erkên hêzên şerker ên Hevpeymaniyê û vekişîna wan ji Iraqê radigihînin.” Got jî: “Ew pêwendiyên di warê rahênan, şêwirmendî û bihêzkirinê de dê berdewam bin.”

Îro pêncşemê li Bexdayê civînek di navbera Komîteya Teknîkî ya Leşkerî ya Iraqê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş General Ebdulemîr El-Şemmarî û komîteya hevtaya wê ya hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Fermandarê Operasyonên li Iraqê Generalê Amerîkî John Brennan hate kirin.

Fermandeya Operasyonên Hevbeş a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, li gor wê rêkeftinê û di çarçoveya veguhastina karmend û kelûpelan de bo derveyî Iraqê, Hevpeymanî beriya dawiya salê dê erkê hêzên şeker bi dawî bike.

Serokê Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê Seid Mein piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de got: “Hevpeymaniya Navdewletî dê bi temamî derbasbûna bo erkên neşerkerî berî dawiya vê salê bi dawî bike.”

Meha Hezîrana borî Amerîka û Bexdayê di çarçoveya diyaloga stratejî de li hev kirin ku heta dawiya îsal, Amerîka dê hêzên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne û tenê di warê şêwir, rahênana serbazî û şerê li dijî terorê de alîkariya Iraqê bike.