Platforma Zimanê Kurdî xwedî li Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu derdikeve

Parlamanter Ayşe Surucu û Parlamenter Nusrettin Maçîn
Parlamanter Ayşe Surucu û Parlamenter Nusrettin Maçîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma Zimanê Kurdî dûrxistina Parlementerê HDPê Nuresttîn Maçîn ji ber gotina Azadî ji Kurdistanê re û qedexekirina Parlamentera HDP Ayşe Surucu ji axafatina Kurdî li parlamentoyê şermezar dike û radigihîne, Birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu ne tenê ne, bi milyonan Kurd piştgirtiya wana dikin!

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî:

Roja 8 ê meha 12 an li parlamentoya Tirkiyê budçeya salane dihate nîqaş kirin. Di vê navê re parlamenterê HDP ê birêz Nusrettîn Maçîn têgeha Kurdistan bikaranî. Ji ber bikaranîna têgeha Kurdistan ceza li birêz Nusrettîn Maçîn hat birîn.

Dîsa di heman rûniştinê de Parlamentera HDP Ayşe Surucu xwestibû ku di nava axavtina xwe de çend gotinan bi Kurdî jî bibêje. Lê Serokê parlamentoya Tirkiyê mikrofona birêz Ayşe Surucu qut kir. Dengê parlamentera Kurd hate birin.

Platforma Zimanê Kurdî van herdû bûyeran şermezar dike û mafê azadiya fikrî diparêz e!

Ev herdû bûyer zelal nîşan didin ku welatê Kurdan û zimanê Kurdî hîna jî di parlamentoya Tirkiyê de nehatiyê serifandin. Nehatiye qebûl kirin. Nehatiye fam kirin. Hîna zimanê Kurdan û welatê wana weke ku di rastiya civaka Kurdan de heye nayê pejirandin. Heke bi rastî wê pirsa Kurdan li parlamentoya Tirkiyê were çareser kirin- weke ku hinek alî dibêjin- ma wê çareser kirin di înkar kirina Zimanê Kurdî û têgeha Kurdistan re derbas bibe? Ma wê ev ji bona Kurdan çawa çareserî be gelo? Heke hûn ziman û navê welatê me qebûl nekin, hûn ê çiyê Kurdan qebûl bikin? Heke parlamenterên Kurdan li parlamentoya Tirkîyê nikaribin bi zimanê xwe bi axivin, heke parlamenterên Kurdan nikaribin fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman, ma bila ji siyaseta we ya çewt re tenê destê xwe bilind bikin?

Ew ên ku vê helwestê dipejirînin û bêdeng dimînin em şermezar dikin! Ev yeka hanê ji aliyê Kurdan ve tucara nayên qebûl kirin!

Platforma Zimanê Kurdî xwedî li birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu derdikeve û mafê wana ku fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman diparêz e. Zimanê me Kurdan Kurdî yê, bi milyonan Kurd bi vî zimanî diaxivin û welatê wana jî Kurdistan e! Birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu ne tenê ne, bi milyonan Kurd piştgirtiya wana dikin!

 

Fly Erbil Advertisment