Yek milyon kes li Iraqê winda ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê aşkere dike, ji dawiya salên nodî û heta niha nêzîkî yek milyon kes l Iraqê winda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Endamê Komisyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê Elî Beyatî di daxuyaniyekê de daxwaz ji parlameto û hikûmeta Iraqê dike, projeyasaya azadiya derbirînê, xwepêşandanên aştiyane û yasaya tawanên eliktironî pesend bike.
Di daxuyaniyê de hatiye, pêwîst e hikûmet kar ji bo parastina xelkê ji revandinê bike, ji ber ku ji dawiya salên nodî û heta niha nêzîkî yek milyon kes l Iraqê winda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Elî Beyatî tekezî li ser pêwîstiya pesendkirina projeyasaya nehîştina eşkencedana zîndaniyan jî kir û got: “Nêzîkî hezar gilî derbarê azadiya derbirînê, eşkencedana zîndaniyan, nebûna lêkolînên şefaf û qerebûkirina zîndaniyan ji bo dadgehan hatine şandin.”