Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê hevahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqî guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 18/12/2021ê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, dawî pêşhatên meydanî û gefên teroristan, pêngavên ji bo hevahengî û karên hevbeş ên di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî hatin guftûgokirin.
