Li Diyala 2 çekdarên DAIŞê di êrîşeke asmanî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandiya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, 2 çekdarên DAIŞê di êrîşeke asmanî de hatin kuştin û jineke teroristî jî li başûrê Mûsilê hatiye destserkirin.

Şaneyê di daxuiyaniyekê de ragihand, bi serperiştiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş û li gor zanyariyên Hewalgiriyê, firokeyên F-16 ên Iraqê operasyoneke asmanî li nahiya Sadiye li parêzgeha Diyala kir.

Şaneyê diyar kir jî, di encama operasyona asmanî de, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Herwiha ragihand jî, hêzên Hewlgiriya Iraqê karîn jineke teroristî li kampa Ceda ya li başûrê Mûsilê desteser bikin û ew radestî aliyên pêwendîdar kir.