Wezîrê Navxwe: Êrîşa li ser deriyê Pêşabûrê binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê bû

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa li xala sînorî Pêşabûrê bi destdirêjî bi nav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li xala sînorî Pêşabûrê de ragihand, ew a ku li xala sînorî a Pêşabûrê rû daye, destdirêjî û binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê bû

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro di konferanseke rojnamevanî de derbarê deriyê sînorî yê Pêşabûrê bi Rojavayê Kurdistanê re ragehand, ew a ku li xala sînorî a Pêşabûrê rû daye, destdirêjî û binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê bû. Vê destdirêjiyê jî, dixin stûyê wan hêzên, ku Rojavayê Kurdistanê birêve dibin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî, heta ku ew hêz reftarên xwe rast nekin û bi dirustî rêz li xalên sînorî negirin, em nikarin jiyana xelkê bixin metirsiyê de.

Roja 15ê vê mehê êrîş ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve li ser xala sînorî ya di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de hate kirin. Berpirsê xala sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî jî daxuyaniyekê de ragihandibû, zêdetir ji sed kesî û li ber çavê xelkê û asayişa Sêmalka, êrîş ber bi xala me Pêşabûrê anîn. Di encama wê êrîşê de, hejmarek ji pasewanan bi giranî birîndar bûn û camên otomobîla agirkujê ya xala sînorî şikandin.

 

Fly Erbil Advertisment