El-Sehaf: 110 koçberên Iraqî ji ser sînorê Polandayê vedigerin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand,110 koçberên Iraqî yên li ser sînorî ya Polandayê asê mane, dê vegerin welatî.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf di daxuyaniyek de, ragihand, ew 110 koçber pêwendî bi balyozxaneya Iraqê li Bolandayê kirine û dê bi biryara xwe vegerin.
Destnîşan kir jî, vegera wan bi hevahengiya bi aliyê Lîtvanya re ye û dê bi riya firokxaneya Hewlêr û bexdayê re vegerin.
Bi hezaran koçber ku beşeke mezin ji wan Kurd û Erebên Iraqê ne, li ser sînorê navbera Belarus û Polandayê kom bûbûn û hewl didin bi qaçaxî derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin, lê ji ber ku rê bo nayê danîn, beşeke mezin ji wan li ser çend karwanan vegeriyane.