Li çiyayê Hemrînê 14 caran êrîş li DAIŞê hate kirin
Êrîş bi riya firokeyên şer ên L-159 û F-16 hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Iraqê 14 caran şikeftên DAIŞê li zincîreya çiyayê Hemrînê bombebaran kirin.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên hêzên asmanî duhî 14 caran şikeftên DAIŞê li zincîreya çiyayê Hemrînê li parêzgeha Diyala bombebaran kirin.
Da zanîn jî, êrîş bi riya firokeyên şer L-159 û F-16 hatin kirin, ji bo piştevanîkirina hêzên piyade yên Fermandariya Operasyonên Diyalayê.