Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê giliyên li dijî encamên hilbijartinê red kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, giliyên li dijî encamên hilbijartina pêşwext a Encûmena Nûneran red kirin.
Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê îro 27/12/2021ê ji bo guftûgokirina giliyên li dijî encamên hilbijartina pêşwext a Encûmena Nûneran, civiya û tevahiya giliyan red kir.
Dadgeha Bilind a Federalî ragihand, aliyên nerazî dikarin di heyama 3 rojan de giliyê li dijî vê biryarê tomar bikin.
Ji bo xistina fişarê li ser biryara Dadgeha Bilind a Federalî, ji vê sibê ve hejmareke mezin ji alîgirên Heşda Şeibî li pêş avahiya Dadgeha Federalî kom bûn û hewl dan derbasî nava dadgehê bibin.
Di wê çarçoveyê de û ji bo parastina Dadgeha Bilind a Federalî, hejmarek mezin ji hêzên ewlehiyê li derdora Dadgeha federalî hatin bicihkirin.