Kesekî 17 endamên malbata xwe kuştin
Li navçeya Ceble ya bakurê parêzgeha Babilê, tohmetbarekî 17 endamên malbata xwe kuştin û piştre dawî li xwe jî anî.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Ceble ya bakurê parêzgeha Babilê, tohmetbarekî 17 endamên malbata xwe kuştin û piştre dawî li xwe jî anî.
Çavkaniyekî ewlehiyê ji medyaya Iraqê re ragihand; bûyer di dema desteserkirina tohmetbar de rûdaye.
Dema hêzên ewlehiyê çûne cihê ku tohmetbar lê ye, kesê tohmetbar teqe li hêzên ewlehiyê kiriye û hejmarek endamên hêzên ewlehiyê birîndar kirine.
Piştre Hêzên Bersivdana Bilez hatine cihê bûyerê, lê belê tohmetbar bi çekan rûbirûyî wan jî bûye, hêzên ewlehiyê jê xwestine ku xwe radest bike, lê tohmetbar guh nedaye wan.
Hat diyarkirin; piştî ku hêzên ewlehiyê kesê tohmetbar birîndar kirine, tohmetbar jî berê çeka xwe li endamên malbata xwe ve zîvirandiye û 17 endamên malbata xwe kuştine, piştre bi lêdana gulleyek li ser xwe, dawî li jiyana xwe jî aniye.
Li gor çavkaniyên ewlehiyê, ev amar amarên destpêkê ne û hîn hejmara qurbaniyên bûyerê nehatiye ragihandin.