Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 8 kes revandin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin

Navçeya Raco - Efrîn
Navçeya Raco - Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 2/1/2022an bi ser gundê Hecîka yê navçeya Raco de girt û 2 welatiyên bi navê Ehmed Reşîd û Hesen Birîm revandin.

Diyar kir jî, çekaran ew her du welatî bi armanca standina fidyê revandine û wan bi “nobedarî di serdema rêveberiya berê de kirine” tometbar dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, çekdarên grûpa Feyleq El-Şamê roja 30/12/2021ê bi ser gundê Fafirtînê yê navçeya Şêrewa de girt û dest bi pişknîna malan kirin û 6 kes revandin.

Diyar kir jî, 4 ji kesên hatine revandin, kurên Xelîl Mihemed Şûtî ne û navên wan Ocelan, Husên, Ednan û Mihemed in. 2 kesên din jî, Casim Mihemed Qasimo û Omer Diyab in.

Wê rêxistinê diyar kir jî, piştî lêpirsîn bi wan re hatin kirin, Casim Mihemed Qasimo û Omer Diyab hatin berdan û 4 birayên din jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Fly Erbil Advertisment