Li 4 deverên Qersê qedexe ji bo salekî hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – li çar deverên Kaxizmana Qersê, ji bo heyama salekê wek “Heremên Ewlekariya Taybet” hatin ragihandin.
Biryarên Qedexekirina hatûçûnê ji bo gundewarên gelek deverên Bakurê Kurdistanê didomin.
Piştî Şirnex, Dêrsim, Bidlîs û Colemêrgê, li çar herêmên navçeya Kaxizmana Qersê jî bo heyema salekê qedexe hat ragihandin.
Tevî ku Wezîrê Navxweyê Tirkiyê dibêje, hejmara endamên PKKê li Bakurê Kurdistanê daketiye asta herî jêr, lê biryarên qedexeyên demdirêj û berfireh tên dayîn.