Rûniştina yekem a Parlamentoya Iraqê dest pê kir

Di vê rûniştinê de, parlamenter dê sûnda yasayî bixwin û Serokê Parlamentoyê û du cîgirên wî hilbijêrin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûniştina yekem a xula pêncem a Encûmena Nûneran a Iraqê dest pê kir.

Mehmûd Meşhedanî wek bi tementirîn parlamenter serokatiya rûniştinê dike. Di vê rûniştinê de, parlamenter dê sûnda yasayî bixwin û Serokê Parlamentoyê û du cîgirên wî hilbijêrin.

Di vê xula Encûmena Nûneran de, 329 parlamenter ji pêkhateyên Iraqê di nava holên parlamentoyê de amade dibin.

Civîn bi xwendina çend ayetên Qurana pîroz dest pê kir û piştre Sekreterê Giştî yê Encûmena Nûneran navên parlamenterên hilbijartî xwendin.

Li Iraqê ji sala 2003an ve, Serokatiya Encûmena Nûneran ji pêkhateya Sunne re, Serokatiya Encûmena Wezîran ji pêkhateya Şîe re û Serokatiya Komarê jî ji pêkhateya Kurd re ye.