Serokê Parlamentoya Ewropayê koça dawiyê kir

David Sassoli li nexweşxaneyeke bajarê Aviano yê Îtalyayê koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassoli îro di temenê 65 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Berdevkê Serokê Parlamentoya Ewropayê Roberto Cuillo ragihand, David Sassoli îro demjimêr 1:15 li nexweşxaneyeke bajarê Aviano yê Îtalyayê koça dawiyê kir.

Roberto Cuillo da zanîn, Sassoli ber nexweşiyeke giran ve, ji du hefteyan ve li nexweşxaneyê bû. Got jî, di çend demjimêrên bê de, dê dem û cihê veşartina termê wî werin diyarkirin.

Sassoli endamê Hevbendiya Pêşverû ya Çep a Sosyalîst û Demokratan bû ku duyemîn koma herî mezin a parlamentoyê ye, piştî Partiya Gel a Ewropayê ya rastgir a navendî.

Tê payîn roja Sêşema hefteya bê, Parlementerên Ewopayê ji bo hilbijartina kesekî li şûna Sassoli, deng bidin.

 

Fly Erbil Advertisment