Dadgerê Kurd Rizgar Emîn xwe ji bo postê Serokkomariya Iraqê kandîd dike
Dadger Rizgar Emîn, yek ji dadgerên dadgeha Sedam Husên bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgerê Kurd Rizgar Emîn ku yek ji dadgerên dadgeha Sedam Husên bû ragihand, wî xwe ji bo postê Serokkomariya Iraqê kandîd kiriye.
Dadgerê Kurd Rizgar Emîn ji K24ê re ragihand, wî xwe ji bo postê Serokkomariya Iraqê kandîd kiriye.
Dadger Rizgar Emîn di sala 1957an ji dayik bûye û sala 1980 ji fakulteya Yasa û Siyasetê ya zanîngeha Bexdayê derçûye, piştre li Bexdayê tevlî Peymangeha Dadwerî dibe û xwendina xwe ya bilind li wir di sala 1992an de temam dike.
Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran deriyê xwekandîdkirina ji bo posta Serokkomariya Iraqê vekiribû û divê di heyama 30 rojî de Serokkomarê Iraqê were hilbijartin.
Ji sala 2003an ve, ev post ji para Kurdan e û aliyên Kurdan kandîdekî ji bo vê postê destnîşan dikin.