Hoşyar Zêbarî xwe ji bo postê Serokomariyê kire namzed

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî îro xwe ji bo postê Serokomariya Iraqê namzed kir.

Hewlêr (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî îro xwe ji bo postê Serokomariya Iraqê namzed kir.

Kanala El Hedes ragihand; îro Hoşyar Zêbarî bi fermî belgenameyên xwe radestî Parlamentoya Iraqê kir.

Hoşyar Zêbarî piştî sala 2003yan çendîn postên cuda di hikûmeta Iraqê de wergirtine, ku di navbera salên 2003 û 2014an de Wezîrê Derve bû, herwiha di navbera salên 2014 û 2016an de Wezîrê Darayî bû.