Dîroka Kurdan bi rêya çêkirina peykeran nîşan dide
Peykertraş Osman Rehmanzade mûzexaneyek ava kiriye û tê de bi rêya çêkirina peykeran, Dîroka Kurdan nîşan dide.

Hewlêr (K24) – Peykersaz Osman Rehmanzade li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Bokanê mûzexaneyek ava kiriye û tê de bi rêya çêkirina peykeran, Dîroka Kurdan nîşan dide.
Osman Rehmanzade bi salan e bi çêkirina peykeran ve mijûl e, di hemû peykerên wî de çîrokeke kevn a Kurdewarî heye û çand û adetên Kurdan nîşan dide.
Rehmanzade di sala 1956an de li gundê Hemamyan ê ser bi Bokanê jidayîk bûye û ji 10 saliya xwe ve bi çêkirina peykeran ve mijûl e.
Osman Rehmanzade dibêje; ev peykerên ku ji dar û keviran çêkirine, dîroka neteweyek bo nifşê niha vedibêje, ji ber vê yekê jî ew şanazî bi karê xwe dike.