K24 TAYBET - Hunermend Nizamettin Ariç ji bo dersên Kurdî bang li dê û bava kir

Hunermend Nizamettin Ariç: Divê dê û bavên Kurd rê bidin zarokên xwe ku li dibistanan dersên Kurdî yên bijarte hilbijêrin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend Nîzamettîn Ariç bang li dê û bavên Kurd kir ku zarokên xwe teşwîq bikin ku beşdarî dersên bijarte yên Kurdî bibin.

Hunermendê Kurd ê navdar Nîzamettîn Ariç, têkildarî dersên hilbijartî yên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî ku li dibistanên ser bi Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê qeydkirina wan dewam dike de daxuyaniyek da.

Ariç ji K24ê re amaje bi wê yekê kir ku divê malbatên Kurd ji bo hilbijartina dersa bijarte zarokên xwe rê bidin û got, "Her gava ku were avêtin, her derfetek ku derkeve holê, çi derfet çêbibe, divê were nirxandin. Zimanê me her tişt e. Ev têkoşîna me ji bo çand, huner û zimanê me ye. Divê em derfet ve firsendên herî biçûk jî bi kar bînin.  Ev 40 sal in ez ji bo huner û ziman (Kurdî) têdikoşim. Ji bo me girîng e ku Kurdî zimanê perwerdehiyê be, li dibistanan bijarte be jî, ji bo me niha wek hewa ye, wek avê ye, her tişt e.”

Bang li dê û bavan kir

Ariç di axaftina xwe de bang li dê û bavên Kurdan kir û axaftina xwe wiha dewam kir:

“Divê dê û bavên Kurd rê bidin zarokên xwe ku li dibistanan dersên Kurdî yên bijarte hilbijêrin. Ev zarok pêşeroja me ne. Ger ev zarok zimanê xwe yê zikmakî hîn nebin dê asîmîle bibin. Zarok roj bi roj ji nav me derdikevin, winda dibin. Civaka me winda dibe, çanda me, çîrokên me winda dibin, ev bi tevahî berpirsiyariya dê û bav e. Ger dê û bav vê berpirsiyariyê negirin ser xwe, zarokên xwe teşwîqî fêrbûna zimanê dayikê nekin, wê demê Kurdayetiyê qebûl nakin. Helbet ez bawer nakim ku dê û bav kurdayetiyê red bikin, lê divê hişyar bin. Derfeteke biçûk jî hebe, saetek be yan jî deqîqeyek be jî, divê Kurdî hilbijêrin. Daxwaza min ji dê û bavan ew e ku derfetê wiha ji bo civaka me, miletê me pir girîng in û erkê me ye ku em van derfetan bi kar bînin û dest bixin. Divê teqez zarokên xwe teşwîq bikin ku bi kurdî biaxivin. Hebûna Kurd û Kurdistanê wê bi siberoja van zarokan ve dewam bik e.”

Ariç bal kişand ser gotinên hin siyasetmedarên kurd ên ‘Divê kurdî neyê hilbijartin, di perwerdehiyê de kurdî mecbûrî be’ jî got.

“Helbet em dixwazin Kurdistan azad bibe, helbet em dixwazin zimanê kurdî li her qadê hebe. Helbet em dixwazin bi giştî zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Lê ev rewşên ku dê gav bi gav bibin. Ev têkoşîneke 100 salî ye. Ger hûn bibêjin em dersên bijarte naxwazin, wê demê hûn asîmîlasyonê qebûl dikin û dixwazin asîmîlasyon berdewam bike.”

 

Fly Erbil Advertisment