Nûbihar bi 5 hezar pirtûkan ve piştgirîyê dide dersên bijarte yên Kurdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Weşanxaneya Nûbiharê ragihand ku ew ê bi 5 hezar pirtûkan destekê bidin dersên bijarte yên Kurdî.
Weşanxaneya Nûbiharê ya ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî da, diyar kir ku ew ê bi 5 hezar pirtûkan piştgiriyê bidin dersên bijarte yên Kurdî.
Nûbiharê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku roja dersên bijarte yên Kurdî dawiya 21'ê Çile ye û diyar kir ku ew ê bi 5 hezar pirtûkan piştgiriyê bidin.
Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Bijartina dersa Kurdî heta 21ê vê mehê dewam dike. Em jî bi navê Nûbiharê piştgiriyê didin banga “Dersa Kurdî hilbijêre.” Dema mamosteyên polên Kurdî serî li me bidin û ji me bixwazin emê ji 17 cûre pirtûkên zarokan, bi temamî 5000 hebî li polên Kurdî belav bikin.”
Pirtûkên ku ji alîyê Weşanxaneya Nûbiharê bên belavbikin ev in:
Ji Edebiyata Zarokan:
1- Daweta Noko û Nîskê
2- Du Legleg-Zozan û Gernas
3- Gurê Kubar
4- Ejderhayê Tirsonek
5- Kulîlk-Dîwana Zarok û Ciwanan
6- Abşûran
7- Demsala Nan
Seta Daristana Şîrîn (10 pirtûk)
1- Poşmaniya Mar
2- Kangûrû Gogo
3- Sihorîka Tirsonek
4- Hechecika Delal
5- Malbata Meymûn Xanim
6- Çirçirk û Cîranên Wê
7- Xewa Piling Pîlo
8- Roja Bavan
9- Roja Dayikan
10- Reşbeleka Daristana Şêrîn