Şêwirmenda Esed: Danûstandinên me bi HSDê re berdewam in
Şêwirmenda Taybet a Serokomariya Sûriyê: Rayedarên Tirkiyê beriya aloziya Sûriyê hatin Sûriyê û daxwaz kirin ku roleke siyasî ya “Îxwan Muslimîn” li Sûriyê hebe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmenda Taybet a Serokomariya Sûriyê Lona Şibil radigihîne, hevdîtinên wan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re berdewam in û bi gotina wê “Xelkê Sûriyê sîstema federalîzmê qebûl nake.”
Şêwirmenda Taybet a Serokomariya Sûriyê Lona Şibil di hevpeyvînekê de bi kenala “RT” a Rûsî re derbarê danûstandinên bi HSD/MSD re ragihand, “Danûstandin li cem hikûmeta Sûriyê perensîb e, ji ber wê hevdîtinên hikûmeta Sûriyê bi wan (HSD) re berdewam in, lê divê ev danûstandin bêyî destêwerdana derveyî be.”
Herwiha got: “Li gelek deveran lihevhatin hatine kirin û bi ser ketin. Lê Amerîka bi Tirkiye û van cudaxwazên Kurd dilîze, ew jî fermanên Amerîka bi temamî bi cih tînin.”
Derbarê bicihkirina sîstema federalîzmê li Sûriyê de, Lona Şibil got: “Pêwendiya federaliyê bi destûrê re heye û gelê Sûriyê dê li ser wê biryarê dide. Ez bawer im ku piraniya xelkê me vê yekê red dikin.”
Derbarê helwesta Tirkiyê de, Şêwirmenda Taybet a Serokomariya Sûriyê eşkere kir, “Rayedarên Tirkiyê beriya aloziya Sûriyê hatin Sûriyê û daxwaz kirin ku roleke siyasî ya rêxistina “Îxwan Muslimîn” a terorist û a destê wê bi xwînê sor bûye, were dayîn.”
Herwiha got jî: "Wan daxwaz kir ku roleke wê rêxistinê ya siyasî hebe, endamên wê piştî hemû tawanên ku kirine, ji zîndanan jî werin berdin.”
Şibil da amaje bi wê da, “Beriya krîza Sûriyê jî, Tirkiye rê li ber serdestiya îdyolojiya tundrew a Îxwan û îdeolojiya El-Qaîde li herêmê vedikir”. Got jî: “Delîlên li ser vê yekê ew e, Enqere berî şer dest pê bike, kamp li ser sînor ava kirin.”
Şêwirmenda Taybet a Serokomariya Sûriyê got: “Hikûmeta Erdogan terorîstên xwe dikişîne nav deverên ku dagir kirine û bi vî awayî hewl dide demografiya wan deveran a Sûrî biguherîne.”