Viyan Dexîl: 700 malbatên Êzidî li Çiyayê Şingalê di rewşeke dijwar de ne

"Niha ew hemû bi berfê dorpêç bûne, tevî sermaya kujer û ba û bahoz, ji ber tunebûna pêwîstiyan jî dinalin."

Kampa Serdeşt a li Çiyayê Şingalê
Kampa Serdeşt a li Çiyayê Şingalê

Hewlêr (K24) – Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de ragihand; ji ber pêla berfê ya li Herêma Kurdistanê û rewşa nebaş a hewayê, zêdetirî 700 malbatên Kurdên Êzidî li Kampa Serdeşt a li Çiyayê Şingalê di rewşeke hestyar de ne û divê demildest biçin hawara wan.

Viyan Dexîl destnîşan kir: “Ew malbat di dema êrîşa DAIŞê ya sala 2014an de mal û warê xwe hiştin û xaniyên wan di şer û êrîşan de wêran bûn û bê cih û rê mane, bi neçarî li devera Serdeşt a Çiyayê Şingalê bi cih bûne.”

Dexîl diyar kir: “Niha ew hemû bi berfê dorpêç bûne, tevî sermaya kujer û ba û bahoz, ji ber tunebûna pêwîstiyan jî dinalin, bi taybetî nefta spî û pêwîstî û cilûbergên zivistanê û xurek.

Herwiha da zanîn ku ew spasiya hemû rêxistinên xêrxwazî yên navxwe û navdewletî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dike û ji Hikûmeta Federal a Iraqê û îdareya xwecihî ya Neynewa daxwaz dike, berpirsyariya xwe li hember bi sedan malbatên ku jin û zarok û kesên bi temen asê mane, bi cih bînin û demildest alîkariyan bigihînin wan.

Viyan Dexîl tekez dike ku divê aloziya mezin were çareserkirin û aware vegerin deverên xwe, ev jî bi rêya cîbicîkirina profesyonel a rêkeftina Şingalê, ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye îmzekirin, ku dikarin bi rêya wê rêkeftinê, dawî li vê êş û janê bînin.