Îdia – Hejmarek çekdarên DAIŞê reviyan
Hêzên ewlehî û serbazî yên Iraqê, li xeta sînor a ligel Sûriyê, ketine amadebaşiyê.
Hewlêr (K24) – Piştî teqîna li zindana Hesekê û îdiayek belav bûye ku hejmarek çekdarên DAIŞê ji Girtîgeha Xiwêran reviyane, hêzên ewlehî û serbazî yên Iraqê, li dirêjahiya xeta sînor a ligel Sûriyê, ketine amadebaşiyê û hêzên zêdetir bo sînor têne veguhestin.
Li zindana Sinae ya Hesekê ji 48 welatan 4 hezar çekdarên DAIŞê hene û li Rojavayê Kurdistanê zindana herî mezin a girtiyên DAIŞê ye.
Duh bi şev li bajarê Hesekê li zindana Sinae ku çekdarên DAIŞê tê de ne, teqînekê rûda û piştî teqînê DAIŞê êrîş kir û dengê gelek teqeyan hatin bihîstin.
Li gor zanyariyên K24ê, xwekujekî li nêzîkî xaleke kontrolê ya zindanê, xwe teqandiye û piştre şer û pevçûneke dijwar di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên HSDê de rûdaye.
Piştî teqînê hêzeke mezin bo zindanê hatine veguhestin û tê gotin ku nêzîkî 20 zindanî reviyane.