Artêşa Îraqê yekem "lêdana tolhildanê" pêk tîne û soza bersiveke din a "neçaverêkirî" dide
Di êrîşeke asmanî de, du terorîstên DAIŞê li sêgoşeya parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Iraqê ragihand, di encama êrîşa asmanî ya li sêgoşeya parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê de, du terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Artêşa Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, du terorîstên DAIŞê ku yek ji wan berpirsê beşa Dicleyê ya DAIŞê ye di encama êrîşa asmanî de li sêgoşeya Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê hatin kuştin.
Diyar kir jî, ew her du terorist kemberên teqîner li xwe kiribûn û teroristekî din jî ligel wan bû û li otomobîleke “pick up” siwar bûbûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ev êrîşa asmanî wek bersivekê li ser êrîşa teroristî ya çekdarên DAIŞê li Diyalayê bû ku di encamê de 11 leşker hatibûn kuştin.
Destnîşan kir jî, dê rojên bê de operasyonên tundtir û neçaverêkirî li dijî teroristên DAIŞê bêne encamdan.