Yehya Resûl: Sînorê Iraq û Sûriyê bi temamî hatiye kontrolkirin
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê: Ti metirsî tune ye ku çekdarên DAIŞê yên ji zîndana Hesekê reviyane, derbasî Iraqê bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî revîna hejmarek ji çekdarên DAIŞê ji zîndana Hesekê, hikûmeta Iraqê sînorê xwe bi Sûriyê tund dike û radigihîne, ti metirsî tune ye ku çekdarên DAIŞê derbasî nava xaka Iraqê bibe.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ji ajansa fermî ya welatê xwe re ragihand, hêzên leşkerî û ewlekariyê yên li ser sînorê bi Sûriyê re ketine rewşa amadehiyê û ti metirsî tune ye ku çekdarên DAIŞê yên ji zîndana Hesekê reviyane, derbasî aliyê din ê sînor bibin.
Yehya Resûl tekez kir jî, sînor bi kamêrayên çavdêriyê û têlên dirî hatiye kontrolkirin, ji bilî wê jî bi dirêjahiya sînor xendeq hatine kolandin.
Şeva Pêncşemê 20 vê mehê çekdarên DAIŞê êrişî zindana Guwêran a Mezin li bajarê Hesekê kirin ku dora 5 hezar çekdarên DAIŞê tê de girtî ne û di encamê de hejmarek ji çekdarên DAIŞê reviyabûn.
Ji encama operasyona HSDê ya komtrolkirina li ser rewşê, desteserkirina çekdarên revyayî û şer û pevçûnan de û li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, dora 100 kesî hatine kuştin, di nava wan de 7 sivîl hene.