Serok Barzanî û Konsulê Koryaya Başûr tekeziyê li kûrkirina pêwendiyan dikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koryaya Başûr li Hewlêrê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 24/1/2022 pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koryaya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-jin kir.
Konsulê Giştî yê Koryaya Başûr li Hewlêrê bi mebesta xatirxwastinê û bidawîhatina erkên wî serdana Serok Barzanî kiribû, di hevdîtinê de spasiya mêvandariya gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê kir û dilxweşiya xwe bi karkirina li Herêma Kurdistanê û nêzîkbûna wî ji kultura Kurdistanê nîşan da.
Di beşeke din a hevdîtinê de, ji bilî amadepêdana bi rola hêzên Zeytûn di dirustkirina pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Koryayê de, tekezî li kûrkirina pêwendiyan hate kirin û Serok Barzanî Konsulê Giştî yê Koryaya Başûr wek dostekî nêzîk ê gelê Kurd hejmard û hêviya serkeftinê jê re xwast.
Dawî pêşhatên nava proseya siyasî ya Iraqê jî mijareke din a hevdîtinê bû.