Mesrûr Barzanî rola Konsulê Koryaya Başûr di pêşvebirina pêwendiyan de bilind dinirxîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koryaya Başûr li Hewlêrê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24/1/2022 pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koryaya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-jin kir ku ji bo bidawîhatina erkên wî, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiribû.
Serokwerzîr Mesrûr Barzanî ragihand, “Bi pêzanînê ve min amaje bi rola Konsulê Giştî yê Koryaya Başûr kir di pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koryaya Başûr û min hêviya serkeftinê di erkên wî yên bê de jê re xwast.”
Konsulê Giştî yê Koryaya Başûr jî spasiya hevahengiya dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Konsulxaneya welatê xwe kir û tekezî jî li wê kir ku ew her dem Kurdistanê bi mala xwe ya duyem dizane û mîhrebanî û mêvandostiya xelkê Kurdistanê ji bîr nake.