Li Diyala 10 pêgehên DAIŞê hatin rûxandin
"Hêzên ewlehiyê pênc amûrên teqemeniyê, sê narincok, mûşek, hawen û sê depoyên tifingan dîtine."
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê îro duşemê 24ê Çileya 2022yan ragihand; li bajarokê Hawî, operasyoneke hevbeş a serbazî hat encamdan û 10 pêgehên terorîstên DAIŞê hatin rûxandin.
Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê; di operasyoneke serbaz, de li devera Hawî ya ser bi parêzgeha Diyala, hêzên ewlehiyê 10 pêgehên terorîstan û du tunel û sê cihên wan rûxandin.
Herwiha eşkere kiriye ku hêzên ewlehiyê pênc amûrên teqemeniyê, sê narincok, mûşek, hawen û sê depoyên tifingan dîtine.