Dadgeha Federalî giliyên derbarê rûniştina yekem a Encûmena Nûneran de red dike

Dadgeha Bilind a Federalî: Hilbijartina Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran yasayî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federalî biryarek li ser yasayîbûna yekemîn rûniştina Encûmena Nûnerên Iraqê derxist.

Dadgehê biryara "destûrîbûna rûniştina yekem a Encûmena Nûnerên Iraqê û dirustbûna proseya hilbijartina Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran” da, ev jî tê wateya betalbûna doza li dijî wê hatiye vekirin.

Roja 13ê vê mehê, li ser giliya her du parlemanteran Mehmûd Meşhedanî û Basim Xeşan, karên Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran bi awayekî demkî hatibû ragirtin.

Dadgeha Bilind a Federalî îro derbarê rûniştina Encûmena Nûneran û hilbijartina Desteya Serokatiyê de biryara dawî da û ragihand, “Hilbijartina Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran yasayî ye”

Roja 9/1/2022an rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iraqê hat kirin, lê di pişt re komek pirdgirêk derketin û Dadgeha Federalî li ser giliya çend parlamenteran, karên Desteya Serokatiyê Encûmena Nûneran ragirt.