Kazimî gihîşt baregeha Geyare ya li parêzgeha Neynewayê
Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro serdana Şingalê jî bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt baregeha serbazî ya Geyare li parêzgeha Neynewayê û biryar e serdana Şingalê jî bike.
Li gor zanyariyên ji nivîsgeha Parêzgarê Neynewayê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berî bîstekê gihîşt baregeha serbazî ya Geyareyê û bi fermandarên wê baregehê re civiya.
Nivîsgeha Parêzgarê Neynewayê ji peyamnêrê K24 re behsa wê yekê kir, biryar e Mistefa Kazimî îro serdana Şingalê jî bike.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Kazimî li Şingalê dê bi fermandarê leşkerî yên Iraqê re bicive behsa rêkarên tundkirina sînorê bi Sûriyê re bike.
Ev di demekê de ye, berî çend rojan alozî di navbera hêzên Iraqî û çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) yên ser bi PKKê ve li Şingalê derketibû.
Ji aliyekî din ve jî, çend roj in ji encama êrîşa çekdarên DAIŞê li ser zîndana Hesekê, hejmarek ji çekdaran reviyabûn û hin raport behsa wê yek dikin ku eger heye hin çekdarên reviyayî derbasî Iraqê bibin.