Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Em bijardeya dersa Kurdî weke derfetekê dibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konfederesyona Revenda Kurdistanî peyamek ji kampanyaya civakî ya gelê Bakurê Kurdistanê re şand û ragihand, ew mafê fermî yê perwerdeyê ya ji bo zimanê Kurdî û bikaranîna bijardeya dersên kurdî weke derfet dibînin û banga parastin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî dikin.
Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî:
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, piştgiriya kampanyaya saziyên sivîl-demokratîk, siyasî, Baroyan, welatiyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo bikaranîna derfeta bijardeya zimanê Kurdî dike.
Her çend wekî Konfederasyona Revenda Kurdistanî, em mafê fermî yê perwerdeyê ji bo zimanê Kurdî dipejirînin jî bikaranîna bijardeya dersa Kurdî, di vê rêyê de wekî derfetek dibînin.
Ji malbatên Kurd, gencên Kurd daxwaz dikin, vê derfetê bikarbînin. Xwedî li zimanê xwe derkevin.