Serokê TUIKê ji kar hat dûrxistin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Desteya Amarên Tirkiyê (TUIK) Sait Erdal Dinçer ji peywira wî dûr xist.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Desteya Amarên Tirkiyê (TUIK) Sait Erdal Dinçer ji peywira wî dûr xist.

Li gor biryara îro şemiyê 29ê Çileya 2022yan di rojnameya fermî ya Tirkiyê de bi îmzeya Serokomarê Tirkiyê hatiye belavkirin, Erhan Çetinkaya wek serokê nû yê Desteya Amarên Tirkiyê dest bi kar dike.

Di çend hefteyên borî de bihayê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî di daketin û bilindbûnê de rekor şikand. Di wê qonaxê de amarên ku ji aliyê TUIKê ve derbarê rêjeya enflasyonê de dihatin belavkirin, gelekî nîqaş li ser wan dihat kirin, ji ber cudahiyeke zêde di navbera amarên TUIKê û saziyên din de hebû, vê cudahiyê jî bala xelkê kişand û bawerî nema bi wê saziyê dihat ku saziyeke fermî ya dewleta Tirkiyê ye.

Desteya Amerên Tirkiyê (TUIK) roja duşemê 3yê Çileya 2022yan, rêjeya enflasyona meha Kanûna 2021ê belav kir û ragihand ku di Kanûnê de li gor heman dema sala 2020ê, enflasyon bi rêjeya ji sedî 13.58 zêde bûye û enflasyona salane jî gihiştiye ji sedî 36.08, lê ENAGê heman rojê ragihand ku rêjeya enflasyonê di Kanûna 2021ê de bo ji sedî 19.35 û rêjeya enflasyona salane jî bo ji sedî 82.81 bilind bûye.

Fly Erbil Advertisment