Brîtanya tekeziyê li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nameyek ji Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson wergirt
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nameyek ji Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson wergirt ku tê de pêgiriya welatê xwe ya bi aramiya demdirêjê Iraq û Herêma Kurdistanê dupat dike û serdana dawî ya birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Londonê wekî derfeteke girîng ya ji bo guftûgokirina alîkariya di navbera her du aliyan da zanîn.
Di bersiva nameyeke Serokê Herêma Kurdistanê de, Serok Wezîrê Brîtanya dinivîse: “Xweşhal bûm ku eylûla derbasbûyî li Londonê min mîhvandariya we kir, piştî wê sala 2015 min serdana Hewlêrê kiribû. Brîtanya hevbeşiya me gelek bilind dinirxîne û pêgirê aramî û asayîşa demdirêj ya Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê dimîne.”
Serokwezîr Johnson her wiha ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî nivîsiye: Hevdîtina me derfeteke girîng bû ji bo kûrkirina peywendiya me ya nêzîk û guftûgokirina wan hevkariyên gelek girîng ên li dijî DAIŞ me hene, her wiha ji bo danûstandina bîr û ramanên di derbarê pirsên navçeyê de.”
Di beşeke din a nameyê de nivîsiye: “Bi bihîstina baştirbûna peywendiyên we yên li gel Hikûmeta Federal da gelek xweşhal bûm. Her wiha Brîtanya piştgîriyê li xwesta we ya birêz ya ji bo çaksaziya li rêzên Pêşmerge de dike.”