Berpirsekî DAIŞê hat kuştin

Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê ragihand; berpirsekî bilind ê DAIŞê çend roj berê di bombebarana hêzên Iraqê de hatiye kuştin.

Hewlêr (K24) – Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê ragihand; termê berpirsekî bilind ê DAIŞê bi rêya pişkinîna DNA hatiye nasîn, ku çend roj berê di bombebarana hêzên Iraqê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê de hat ragihandin; cîgirê waliyê bakurê Bexdayê yê DAIŞê di dema êrîşa esmanî de bo ser stargehên DAIŞê li navçeya Tarmiye ya li Bexdayê hat kuştin.

Herwiha hat diyarkirin; cîgirê waliyê bakurê Bexdayê ku navê wî "Îdwan Ferhan Cifal" e û bi navê Şêx Seyf tê nasîn, nasnameya wî bi rêya pişkinîna DNA hatiye nasîn.