Şehîdên 1ê Sibatê bi rêz û dilsozî tên bibîranîn

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê merasîmek ji bo bibîranîna şehîdên 1ê Şibatê hat birêkxistin

Nûçeyan Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq, li ber monumenta şehîdên 1ê Şibatê, merasîmek ji bo bibîranîna şehîdan hat birêkxistin.

Destpêkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê desteguleke dilsoziyê li ber monumenta şehîdên 1ê Şibatê danî, piştre jî Seroka Parlamentoyê, nûnerê Serokatiya Herêmê û hejmarek ji nûnerên sazî û dezgehên hikûmî û partîtî û malbatên şehîdan, destegul danîn.

1ê Şibata 2004an du teroristan xwe li baregehên Liqê 2 ê PDKê û Malbenda 3 a YNKê li Hewlêrê teqandin û di encamê de 103 kes ji endam, kadro, serkirdeyên her du partiyan û hejmarek ji welatiyên hatibûn pîrozbahiya Cejna Remezanê, şehîd bûn.

Fly Erbil Advertisment