Nêçîrvan Barzanî: Karwana têkoşîna wan dilsozên bûne qurbaniyên terorê berdewam e

Nûçeyan Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna şehîdên 1ê Şibatê de ragihand, “Karwana têkoşînê û xizmeta wan serkirde û dilsozên bûne qurbaniyên destê terorê yê reş berdewam e.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” şehîdên 1ê Şibatê bi bîr anî û nivîsî: “Em şehîdên 1 'ê Sibatê bi rêzdarî bi bîr tînin û silav û rêzên xwe ji giyanê wan ê pak re bişînin.”
Destnîşan kir jî, “Karwana têkoşînê û xizmeta wan serkirde û dilsozên bûne qurbaniyên destê terorê yê reş berdewam e. Bila bîranîn ji bo me bibe handerê pêkvejiyan, tebayî û yekrêziya me.”
1ê Şibata 2004an du teroristan xwe li baregehên Liqê 2 ê PDKê û Malbenda 3 a YNKê li Hewlêrê teqandin û di encamê de 103 kes şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.