Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê
Ji ber koça dawî ya dayîka Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 1ê Sibata 2022yan di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî kir ji ber koça dawî ya dayîka wê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe jê re anî ziman û hêvî xwest Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide malbata wan.
Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re nîşan da.